Kemal Ozkîraz hat binçavkirin 2023-05-13 12:22:58   ENQERE - Xwediyê Lêkolîna Avrasyayê Kemal Ozkîraz hat binçavkirin.    Xwediyê Şîrketa Lêkolîna Avrasya ku rapirsiyê dike Kemal Ozkîraz ê ku pêr rapirsiya hilbijartina Serokkomariyê û parlamenteriyê belav kiribû, hat binçavkirin. Ozkîraz ku hat binçavkirin, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand.    Li gorî encamên rapirsiya Avrasyayê; di hilbijartina serokkomariyê de Namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Cumhur Tayîp Erdogan bi rêjeya ji sedî 44,2 û namzetê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû jî bi rêjeya ji sedî 51,3 deng wergirtine.