Li Amedê 3 hezar û 510 hilbijêrên livdar serlêdan kirin 2023-05-13 12:25:51   AMED - Partiya Çepên Kesk dê 3 hezar 100 hilbijêran bîne Amedê û ji Amedê 410 hilbijêran ji bo dengdayînê bibe bajarên din.    Partiya Çepên Kesk xebatên xwe yên di çarçoveya kampanyaya “Bila kesekî ku dengê xwe nedayî nemine” ku di 28’ê nîsanê de daye destpêkirin ji bo welatiyên ku li bajarên lê dimînin dengê xwe bidin didomînin.    Heta niha ji derveyî bajar 3 hezar û 100 kesan serî li Komîsyon Hilbijêrên Livdar a Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê daye. 3 hezar û 100 kesên bi komîsyonê re ketine nava têkiliyê wê bînin Amedê. 410 kesan jî wê bibin bajarên ku dê dengê xwe bidin.    Dema hilbijaran dengê xwe bikarbînin wê dîsa bibin bajarên ku lê dijîn.