Xelkê Amedê diherike mitînga fînalê: Em li bin darê bicivin 2023-05-13 13:48:17   AMED - Partiya Çepên Kesk li Amedê bi beşdariya deh hezaran kes mitînga fînalê li dar dixe.    Partiya Çepên Kesk li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga fînalê ya mezin li dar dixe. Beriya mitîng dest pê bike, qada mitîngê bi alên partiyê û pankartan hat xemilandin. Girse ji sê deriyan ango başkan ve dikeve qada mitîngê. Bi deh hezaran welatî diherikin qada mitîngê û daxwazên xwe tînin ziman. Amedî bi reng û xemla xwe tev li mitîngê bûn. Ji zarokan bigire heta kal û pîran li qadê cihên xwe girtin.    'DEMA VEMIRANDINA AMPÛL E’    Korteja ku namzetên Amedê di nav de ye ji ber avahiya HDP’ê ya li semta Ofîsê heta qadê meşiya. Gelek nûnerên rêxistinên sivîl û bi sedan kes tev li korteja namzetan bû. Di meşê de bênavber dirûşm hatin berzkirin.    Di meşê de dovîzên ku nivîsên wek “Em li bin darê bicivin”, “Me rojê dît, niha jî dema vemirandina amûlê ye” û “Qesra spî ket wa dikeve” hatin hildan. Di meşê de coş û peroş hêjayî dîtinê bû. Her wiha daxwazên perwerdehiya bi zimanê zikmakî û azadiya ji bo girtiyên siyasî di meşê de derketin pêş.    Ciwan, jin û alîgirên Amedsporê bi pankartên xwe tev li meşê bûn.    CILÊN NETEWÎ HATIN ASTENGKIRIN    Di nokteyên kontrole yên polîsan de astengî ji cil û bergên neteweyî re hat derxistin. Her wiha polîsan heste û pênûsan jî desteser kir.    LI QADÊ COŞ Û PEROŞ ZÊDE YE    Li qadê coş û peroşa girseyê her kêliya ku diçe derdikeve asta herî jor. Li qadê pankarta “Bi ciwanên rêxistinkirî re ber bi pêşeroja azad ve" hat vekirin. Her wiha dirûşmên ji bo dilsoziya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re kêliyek kêm nebû. Girse bênavber dirûşmên wek "Bijî Serok Apo", “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” berz dike. Qad bi dengê dirûşman olan dide. Li qadê hejmara ciwanan balê dikişîne ser xwe û dîmenên rengîn li qadê xwe radixin ber çavan.    Mitîng dê bi rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê bike. Paşê dê di mitîngê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û namzeta parlamenteriyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî, Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel, Cîgira Hevserokê Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û nûnerên Komeleya Kurd a Demokrat (DDKD) tê lidarxistin.    Her wiha hunermend Şehrîbana Kurdî û Koma Golgedekîler jî dê derkevin ser dikê.