Xizmên Windakiriyan aqûbeta Ozdemîr û Çitak pirsîn 2023-05-13 14:04:24 AMED / ÊLIH - Xizmên Windakiriyan aqûbeta Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak pirsîn ku li Çelê hatibûn binçavkirin û piştre cenazeyên wan hatibûn dîtin.    Xizmên Windakiriyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîlên wan bên darizandin” di hefteya 744’an de berdewam kirin. Çalakî li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolû ya navçeya Rezanê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin li ser bû hate vekirin. Di  çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak ku di sala 1994’an de li gundê Kazandere yê navçeya Çelê ya Colemêrgê hatibûn binçavkirin û windakirin hate pirsîn.    'EM Ê BI TERCÎHA XWE YA DEMOKRATÎK HESABÊ BIPIRSIN’    Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn beriya xwendina serpêhatiya Ozdemîr û Çitak axivî û wiha got: “Em îro dîsa ji bo edalet û wekheviyê û ji bo bidawîbûna tundiya ji ber pirsgirêka kurd derdikeve, ji bo aştiyê li vir in. Li Tirkiyeyê sibe hilbijartin tên lidarxistin û em di erefeya guherîn û veguherîneke mezin de ne. Em vê hilbijartinê weke mijareke mafên mirovan dibînin û em ê dengê xwe ji bo parastina mafên me yên bingehîn û ji bo guftûgoya çareseriya demokratîk bidin. Çawa ku em li van qadan têdikoşin, dê bi tercîha xwe ya demokratîk jî hesabê bipirsin.”    Piştre jî endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê parêzer Jiyan Orman serpêhatiya Enter Ozdemîr û Bapîr Çitak xwend. Orman, vegotinên kurê Enter Ozdemîr ê bi navê Yûsûf Ozdemîr wiha ragihand: “Di 6’ê gulana 1994’an de li ser Pira Çeto ya gundê Kazandere ya navçeya Çelê ya Colemêrgê di navbera milîtanên rêxistinê û leşkeran de şer derket. Piştî pevçûnê saet di 01.00’an de leşker û cerdevanan bi ser gund de girt. Bavê min Enter Ozdemîr û ji şêniyên gund Bapîr Çitak bi hinceta rêyê nîşanî wan bidin bi xwe re birin. Piştre jî li nêzî gund dest û piyên bavê min û Bapîr bi panzerê ve girê dan. Nêzî 2 km’an kaş kirin û piştre jî leşkeran gule lê reşandin û înfaz kirin. Cenazeyên wan jî avêtin rexê rê. Leşkeran di danê sibehê de careke din bi ser gund de girtin. Şênî derb kirin û zextekî giran lê kirin. Piştre jî leşkeran ji gundiyan re got; ‘tavilê gund vala bikin û yên dernekevin em ê wan bikujin.’ Li ser vê yekê tevahiya gund hate valakirin. Şêniyên ku rojekê ji bo amûrên xwe çûn, cenazeyên bavê min û Bapîr dîtin û agahî dan me. Dema em ji bo wergirtina cenazeyan çûn, zextekî giran li me kirin. Destûr nedan ku em cenazeyên xwe jî veşêrin. Ji ber zext û gefên li me dihatin xwarin, wê demê me nekarî giliyê leşkeran bikin.”    Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÊLIH    Xizmên Windakiriyan û endamên Şaxa ÎHD’a Êlihê di hefteya 580’an de çalakiya xwe li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin vekirin. Xizmên Windakiriyan, parastvanên mafên mirovan û endamên Şaxa OHD’a Êlihê tev li çalakiyê bûn.    Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Zekî Tanguner di çalakiyê de axivî û got ku dê heta dawiyê aqûbeta windakiriyan bipirsin. Tanguner piştre jî metna hevpar a têkildarî dorpêça li ser Qada Galatasarayê xwend.