Hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bên berdan 2023-05-13 15:29:31 STENBOL/ENQERE - Li Stenbolê û Enqereyê parêzvanên mafên mirovan bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û hat xwestin girtiyên nexweş Fatma Ozbay û Bedrî Ot bênberdan.  Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 581’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya komeleyê pêk hat. Di çalakiyê de vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Fatma Ozbay a li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Jinan a Tîpa T’yê tê ragirtin. Endama ÎHD’ê Hatîce Onaran daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Fatma Ozbay û got gelek nexweşîn lê peyda bûne û penceşêra pêsîrê lê pê re derketiye û pêsîra wê ya çepê hatiye jêkirin û rewşa wê her ku diçe xedartir dibe. Onaran da zanîn ku penceşêr li tevahiya laşê Ozbay belav bûye û xwest demildest were berdan.    ENQERE   Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe di hefteya 453’yemîn de li dar xist. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Bedrî Ot ê li Girtîgeha Menemenê ya Îzmîrê ya Tîpa R’yê. Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci daxuyanî da û bal kişand ser binp3ekirinên mafan û bi bîr xist ku Abdulhalîm Kirtay ê 51 roj berê hat berdan duh jiyana xwe ji dest da û mafê Kirtay li ber çavan hatiye binpêkirin.    Yazmaci bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Bedrî Ot û xwest rapora ATK’ê dane Ot bila were sepandin û 8 sal in ew girtî ye û 82 salî ye. Yazmaci anî ziman ku Bedrî Ot 3 sal in tedawiya penceşêra kolonê dibîne û her ku diçe rewşa wî xedartir dibe û xwest were berdan.