Sancar ji îktidarê re got: Wê Amed dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin 2023-05-13 17:08:25 AMED - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku Amed bi polîtîkayên şer ên îktidarê dizane û got: “Wê Amed sibê dersek wisa bide we, hûnê carek qet ji bîra nekin.”    Hevserokê Giştî yê HDP’ê û Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Mîthat Sancar li mitînga Amedê xîtabî sedhezaran kes kir. Sancar bi kurdî dest bi axaftina xwe û girseyê silav kir.    Sancar wiha axivî:    Silav Amed. Em bi te serbilind in. Em evîndarê Amedê ne. Em ê çawa vê evîndariyê bînin ziman.    AMED BIRYARA XWE DAYE    Amed biryara xwe daye. Amed amade ye. Amed ji zû ve amade ye ku pêşengiya guhertinê bike. Amed wê sibê di sindoqan de viya nîşan bide. Helbet we biryara xwe nîşan daye. Helbet wê îradeya we hevalên me yên girtî hemû azad bibin. Em ê di rojên azad de dest bidin destê hev û govenda azadiyê bigerînin. Em ê stranên azadiyê bêjin.    ERDOGAN Û ŞIRÎKÊN XWE DIJMINÊ KURDAN IN    Çend roj berê Erdogan çi dibêje, ‘Xwişk û birayên min kurd hûn hemû şahidên jidilbûna min in’. Ras te gelê kurd bi te dizane. Her tiştek ku te kiriye pê dizane. Şahidên te ne û her tiştê te kiriye yekî jî ji bîra nekiriye. We çi kir? We qeyûm tayînî ser îradeya gelê kurd kir. We îradeya gelê kurd desteser kir. Amed desteserkirina îradeya xwe ji bîra nake. Dozên komployê ji bîra nake. Bi hezaran hevalên me girtî ji bîra nake. Amed êriş û zextên li ser ziman û bîra xwe ji bîra nake. Amed şahidê şerê Erdogan û şirîkên wî ye. Amed şahide dijminatiya we ya hûn li kurdan dikin e. Erdogan û şirîkên xwe dijminê kurdan in. Ev tifaq li ser dijminatiya kurdan hatiye avakirin. Amed wê sibê dersek wisa bide we, hûnê qet ji bîra nekin. Em amade ne Amed? Em ê çi bikin. Em ê sibê biçin ser sindoqan û em ê nîşan bidin ku ka Amed çawa îradeya xwe nîşan dide. Em ê hemû namzetên xwe bişînin Meclisê.    AMED DIZANE WÊ ÇI BIKE    Gelê kurd dizane ku wê rayên xwe bidin kî. Gelê kurd bi berxwedana Amedê û têkoşîna wê serbilind e. Gelê kurd dizane ku wê Erdogan û şirîkên wî bişîne ku. Gelê kurd wê dengên xwe bidin azadiyê, gelan û hiqûqê. Wê gelê kurd azadiyê biparêze. Em te serbilind in Amed, em deyndarê te ne Amed. Lewma em çi jî ji bo te bêjin hindik e Amed.    EM Ê WEKE PEYWÎRDARÊN SINDOQAN BIXEBITIN    Îro ev coşa we wê sibê Tirkiyeyê bibe rojeke pir cuda, ev coş wê bi vîna wekhevî û azadiyê ya li tevahiya Tirkiyeyê re bibe yek û vî welatî ber bi ronîbûnê ve bibe. Binêrin sibê 14’ê Gulanê ye, roja din 15’ê Gulanê ye. 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ye, gelê kurd dê di heman demê de 15’ê Gulanê cejna zimanê xwe hem jî serkeftina hilbijartinê pîroz bike. Ez bejna xwe li ber we ditewînim. Amediyên rêzdar sibê heval, hogir, cîran, xizmên xwe em ê bibin ser sindoqan. Em ê dengê xwe bikarbînin, ji bo em xwedî li vîna xwe derkevin em ê weke peywîrdarên sindoqan bixebitin. Em ê vîna xwe nedin dizîn.    Em bi berxwedanê hatin, me bi berxwedanê qezenc kir, niha em ê vê berxwedanê bi avakirinê re bikin yek. Li ser berxwedanê em ê jiyana nû ava bikin. Em ê Komara Demokratîk ava bikin. Em ê aştiya mezin bi hev re hem bînin vî welatî hem jî bînin Rojhilata Navîn. Heke pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe wê aştî were vî welatî û Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê hûn dê me hûn ê Partiya Çepên Kesk bi awayekî herî xurt bişînin Meclisê.   EM DI AVAKIRINÊ DE HÊZA MOTORÊ NE   Em di avakirina jiyana nû de hêza motorê ne. Em ê bibin aktorên diyarker, em ê Komara Demokratîk ava bikin. Ji ber wê em di bin dara Çepên Kesk de tên bahev. Herkesên ku li Tirkiyeyê aştî, xwişk û biratî, demokrasi, wekhevî, azadî dixwaze mohra xwe li binê darê dide. Kokên wê darê li ser vê axê ne, belavî hemû Tirkiyeyê bûne, pelên wê ji bo azadî, wekhevî û aştiyê ne. Ji ber wê yekê em mohra xwe li binê darê didin û bi temsiliyeta herî xurt Çepên Kesk dişînin Meclisê.   DI SERÎ DE EM ERDOGAN DIŞÎNIN    Dema em vê dikin di serî de Erdogan dişînin. Em pergala yek zilamî bi dawî dikin. Em ji bo Tirkiyeyê rê li ber ronahiyê vedikin. Em ê di vê rêyê de bi awayekî herî xurt bimeşin. Ji ber wê pêdiviya me bi piştevaniya we heye. Ji ber wê divê bi awayekî herî xurt bikevin Meclisê. Ji bo demokrasi, aştî û azadiyê sîgorte em in. Em sibê diçin ser sindoqan. Em ê di 15’ê Gulanê de ji ronahiyê re şiyar bin. Û rêya me vekirî ye.”   Mitîng bi konsera Golgedekîler bi dawî bû.