Dengdayîn ya hilbijartina dîrokî dest pê kir 2023-05-14 08:00:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo hilbijartinên serokkomariyê û giştî, karê dengdanê saet di 08.00'an de dest pê kir. Dengdan dê heya saet 17.00'an bidome û paşê wê dest bi hejmartina dengan bê kirin.    Karê dengdanê yê ji bo hilbijartinên serokkomariyê û hilbijartinên giştî yên heyama 28'an, saet di 08.00'an de dest pê kir. Tê payin ku dê 60 milyon û 697 hezar û 843 hilbijêr biçin ser sindoqan. Karê dengdanê dê li seranserê Tirkiyeyê saet di 17.00'an de bi dawî bibe.    Hilbijêr dê karibin bi nasnameyên xwe yên hejmara nasnameyê li ser wan û belgeyên xwe yên bi wêne yên fermî dengê xwe bi  kar bînin.    DERIYÊN GUMRUKÊ   Ji bo 3 milyon û 416 hezar û 98 hilbijêrên li derveyî welêt, di 27'ê Nîsanê de li 73 welatan û 156 nûnertiyên derveyî welat karê dengdanê dest pê kiribû û di 9'ê Gulanê de bi dawî bûbû. Lê kesên ku di navbera dîrokên diyarkirî de dengên xwe bi kar neanîne, dikarin îro heya saet 17.00'ê êvarî li deriyên gumrukan dengên xwe bi kar bînin.    DENGÊN DERVEYÎ WELAT   Pusûleyên dengan ên li derveyî welêt, bi rêya balafiran bi kûryeyên dîplomatîk re hatin Tirkiyeyê. Dengên derveyî welêt, li Desteya Hilbijartinê ya Derveyî Welat hatine veşartin, dê îro piştî dengdana li Tirkiyeyê bên hejmartin.    NAMZET, PARTÎ Û TIFAQ   Ji bo hilbijartinên serokkomariyê sê namzet hene; namzetê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû, namzetê Tifaqa Miletê Recep Tayyîp Erdogan û namzetê Tifaqa Atayê Sînan Ogan. Lê belê navê Mûharrem Înceyê ku di 11'ê Gulanê de dest ji namzetiyê berdabû jî, wê di pusûleyan de hebe.    Di hilbijartinên ji bo parlementeriyê de jî 24 partiyên siyasî û 151 namzetên serbixwe hene. Hin partiyên siyasî di bin navê "Tifaqa Ked û Azadiyê", "Tifaqa Miletê", "Tifaqa Atayê", "Tifaqa Cumhûrê" û "Tifaqa Yekîtiya Hêzên Sosyalîst" de tevlî hilbijartinê bûne.