Li Qoserê li dibistanekê dengdayîn dest pê nekir 2023-05-14 09:13:59   MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê piştî li Lîseya Anadolû ya Pîşeyî û Teknîkî ya Koçhîsarê kirariyên deng dayînê dest pê nekirin dor çêbû.    Karê dengdanê yê ji bo hilbijartinên serokkomariyê û hilbijartinên giştî yên heyama 28'an, saet di 08.00'an de dest pê kir. Li navçeya Qoserê li Lîseya Anadolû ya Pîşeyî û Teknîkî ya Koçhîsarê kirariyên deng dayînê di demê xwe de dest pê nekirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, piştî kirariyên hejmartinê bi dereng ketin, deng dayîn jî dest pê nekir.    Welatiyên ku ji bo deng dayînê çûn li baxçeyê dibistanê disekinin û li ber dibistanê dor çêbû.    Li ser welatiyên li ber dibistanê bertek nîşanî destpênekirina deng dayînê da ji aliyê partiyên siyasî ve ji herêm ê re parêzer hatin şandin.    Parêzeran rewşa heyî bi girtekekê qeyd kir, kirariyên bikaranîna deng dayînê nîv saetê dereng dest pê kir.