Ûçar: Bila bibe wesîleya komareke demokratîk 2023-05-14 10:21:14 STENBOL - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar a li Stenbolê dengê xwe da, bal kişand ku divê li Tirkiyeyê demokrasî bê avakirin û anî ziman ku dixwazin encamên hilbijartinê bibin wesîleya makeqanûneke nû û komareke demokratîk.  Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, li Dibistana Seretayî ya li Taxa Gazî ya Stenbolê dengê xwe da. Dema Ûçar û şandeya pê re ji bo deng dayînê hat Ûçar welatiyan ew bi çepikan pêşwazî kirin. Ûçar, pişt re li sindoqa bi hejmara 1359’an dengên xwe avêtin.    SOZA KOMAREKE DEMOKRATÎK    Ûçar, piştî dengdayînê li ber dibistanê axivî û wiha got: “Demekî dirêj, me li Tirkiyeyê bê edaletî, xizanî, tundî û tiştên ji bo civakê nebaş em axivîn. Em naxwazin êdî li ser van biaxivin. Me sedsalek li pey xwe hişt. Em dixwazin ev hilbijartin bibe wesileya ku hemû pirsgirêkên heyî bên rojevê û bibe wesileyê Mecliseke ku çareseriyê diafirîne. Em dixwazin bibe wesîleya makeqanûneke ku maf û hiqûqê diparêze hemû beşên civakê di nava xwe de dihewîne çêbibe. Bi heman awayî em dixwazin siyaseta demokratîk a pêdiviya vî welatî pê heyî were avakirin. Em soza komareke demokratîk didin.”   JI DAYIKAN RE SEDSALA NÛ   Ûçar, bi bîr xist ku 14’ê Gulanê roja dayikan e û roja Dayikên Şemiyê, Aştiyê û hemû dayikên din pîroz kir. Ûçar, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ez dixwazim têkoşîna heqîqet û aştiyê ya Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê di sedsala nû de bibe wesileya serkeftinê. Encamên hilbijartinê ji niha ve ji herkesê re pîroz be.”