Cerdevan bi tifingê kete dibistanê 2023-05-14 13:44:04   AGIRÎ – Cerdevanê ku li navçeya Giyadînê bi tifingê ketî dibistanê, li ser îtîraza peywirdarên Partiya Çepên Kesk ji hate derxistin.    Li Dibistana Seretayî ya 14 Nîsanê ya li Taxa Mûrat a navçeya Giyadîn a Agiriyê cerdevanek bi tifingê kete dibistanê. Li ser îtîrazan, ji dibistanê hate derxistin. Cerdevanê ku ji ewil kete polan û li korîdorên dibistanê bi tifingê digeriya, demek piştre derbasî odeya mamosteyan bû û çay vexwar. Peywirdarên Partiya Çepên Kesk bertek nîşan dan û îtîraz kirin.    Cerdevanê ku jê hat xwestin ji dibistanê derkeve, ji hêla polîsan ve ji dibistanê hate derxistin.