Muşahidên li Kaniya Xezalan û Kolikê li dijî dengên blok derketin hatin derbkirin 2023-05-14 14:15:56   RIHA/SEMSÛR - Muşahidên Partiya Çepên Kesk û CHP’ê ku li Kaniya Xezalan û Kolikê li dijî dengên blok derketin hatin derbkirin.    Li Taxa Gundaş a girêdayî navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê, komeke ji 40-50 kesan pêk dihat û dixwest bi komî dengê xwe bide ava kelandî bi ser endamê lijneya sindoqan ê CHP’î de rêtin. Li gorî îdiayê; komeke ji 40-50 kesan pêk dihat û ji bo li Mezraya Kardeşker a girêdayî gundê Gundaşê dengê xwe bidin, di saetên serê sibehê de hatin û xwestin ku dengên xwe bi komî bidin. Endamê lijneya sindoqan ê CHP’î jî li dijî vê derket. Li ser vê yekê hem rastî êrişa fîzîkî hem jî ya devkî a komê hat.    Endamê Komîsyona Hiqûqê ya girêdayî Serokatiya CHP’ê ya Rihayê parêzer Rohanî Paydaş çû cihê bûyerê û got ku ew jî rastî êrişê hatine. Paydaş, da zanîn ku dema komê êrişî wan dikir, tenê leşkerek li wir hebû û ev agahî dan: “Cilên leşkeran li xwe kiribûn lê nedişibiya leşkeran. Hevalê me yê peywirdarê sindoqan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan. Me girtek girt ku hatiye derbkirin. Têkildarî mijarê em ê li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar serlêdana sûc bikin.”    Paydaş, anî ziman ku rê li ber vê komê nehat girtin ku dengên blok nedin.    ÊRIŞA KEYAYÊ GUND   Li gundê Kordîgen ê navçeya Kilik a Semsûrê jî keyayê gund tevî xizmên xwe hate dibistanê û xwest ku dengên blok bi kar bîne. Muşahidên sindoqê yên Partiya Çepên Kesk jî li dijî vê rewşê derketin. Li ser vê yekê keya û xizmên xwe hewl dan muşahidan lînç bikin. Di encama nîqaşan de li cihê bûyerê cendirme hatin veguhestin. Cendirmeyan hewl dan muşahidên Partiya Çepên Kesk û keyayê gund binçav bikin. Li ser îtîraza parêzeran û girteka girtin, kirariya binçavkirinê nehat kirin.    Her wiha li Dibistana Seretayî ya Fevzî Çakmak a li Taxa Nû jî peywirdarên sindoqan ên AKP’î destûr nedan ku welatiyên kal li gel xizmên xwe yên nêz dengê xwe bidin û xwestin ku ew bi hilbijêran re bikevin kabîna dengdayînê.