AKP’iyan êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidan kirin 2023-05-14 14:17:06   EDENE - AKP’iyan li Edeneyê êrişî peywirdarên sindoqan û muşahidên kirin ku li dijî bêusuliyan îtîraz kirin.    Li Dibistana Amadehî ya Anafartalar a li navçeya Seyhan a Edeneyê AKP’iyan xwestin dengên blok bidin. CHP’î jî li dijî vê derketin û rageşî derket. AKP’iyên ku li derûdorê heqaret dikirin, êrişî CHP’iyan kirin. Piştî mudaxeleya polîsan, bûyer bi dawî bû. Li Dibistana Navîn a Mekanê ya Seyhanê jî AKP’iyan êrişî muşahidên Partiya Çepên Kesk kirin ku li dijî kesên qertên wan ên muşahidiyê tune lê li derdorê digeriyan derketin. Muşahidê Partiya Çepên Kesk Ferhat Genç, di êrişê de ji stûyê xwe birîndar bû.    MÊRSÎN   Li navçeya Gulnar a Mêrsînê jî hat tespîtkirin ku Serokê MHP’ê yê Navçeya Gulnarê Celal Kadîm dengê sexte bi kar anî. Serokatiya CHP’a Mêrsînê têkildarî mijarê girtek girt û dê gilî bike.