Li Çewligê cerdevan dikevin kabînên dengan 2023-05-14 16:55:26   ÇEWLIG - Li navçeya Dara Hênê cerdevan tevî welatiyên temenê wan mezin dikevin kabîna dengdayînê û mudaxaleyî dayîna dengan dikin.    Li mezraya Yagizca ya girêdayî gundê Çaytepe yê navçeya Dara Hênê ya Çewligê cerdevan di bin navê “alîkariyê” de li gel welatiyên temenê wan mezinin dikevin kabînên dengdayînê. Piştî bertekên hilbijêran, ber bi mezrayê ve parêzer hatin şandin.