‘Sindoqan û dengan biparêzin’ 2023-05-14 17:23:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên HDP’ê piştî ku sindoq hatin girtin ev bang kirin: “Sindoqan û dengan biparêzin.”   Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku sindoq hatin girtin, li ser hesabên medyaya dîjîtal peyam parve kirin.    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar wiha got: “Jin û ciwanên hêja ji bo demokratîkbûna komarê, avakirina welatekî wekhev û aştiyane, xwedî li dengan, sindoqan, girtekên bi îmze û tûrikên dengan derkevin. Em li ber serkeftina dîrokî ne. Em ê teqez serbikevin. Em ê bi hev re biguherînin.”   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî wiha got: “Ji bo têkoşîna demokrasiyê ya ku me bi hezaran ked dan û mezin kir bi serkeftina 14’ê Gulanê tacîdar bikin, berpirsyariya me ya bingehîn parastina sindoqan û dengan e. Em xwedî li girtekên bi îmze û tûrikên dengan derdikevin. Ji bo Komara Demokratîk em ê bi hev re biguherînin!”   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî wiha got: “Hevalên hêja, ji bo hilbijartina ku me bi kedeke mezin bi jinan, ciwanan, kedkaran bi hezaran xebat dan meşandin veguherînin serkeftinê divê em bikin ku yek denga me jî vala neçe. Ji bo xwedî derketina dengan divê em dengên xwe biparêzin û xwedî li tûrikên dengan derkevin.”   Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar jî wiha got: “Hevalên hêja, di vê rêya ku em ji bo veguherîna demokratîk û aştiyeke mayînde derketin rê karekî me tenê ma. Ji vê saetê û pê ve em ê sindoq û dengan biparêzin, xwedî li girtekên bi îmze û tûrikên dengan derkevin. Em ê teqez serbikevin! Em ê bi hev re biguherînin!”