Li Şirnexê nehiştin şandeya swîsreyî têkeve dibistanê 2023-05-14 17:58:34   ŞIRNEX - Polîsan nehişt şandeya swîsreyî ku ji bo şopandina hilbijartinê hat Şirnexê, têkeve hundirê dibistanê. Polîsan got: "Çi karê we li vir heye, biçin Sûriyeyê."    Leşker û polîsan nehiştin şandeya swîsreyî ku ji bo şopandina hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê hat Şirnexê, yêkeve hundirê dibistan. Şandeya ku me hevdîtin pê re kir anî ziman ku hilbijartin di atmosfereke demokratîk de nehatiye kirin û got ku dê rapora xwe ya di vî warî de bi raya giştî re parve bike.    Ji şandeyê Tobîa Schneblî anî ziman ku li dibistanan gelek leşker û polîs hebûn û got ku ev dijî dewleta hiqûqê ye. Schnebliyê anî ziman ku leşker û polîsan nehiştine ew têkevin dibistanan û got ku bi ser de polîs  leşkeran heqaret jî li wan kiriye. Schnebliyê da zanîn ku polîsan ji wan re gotiye "Çi karê we li vir heye, biçin Sûriyeyê" û got: "Mirov nikare di vê hilbijartinê de behsa demokrasiyê bike. Ji lew re li dibistanan polîs û leşker hebûn. Bi çekên xwe rayê didin. Ev jî nîşan dide ku demokrasî tune ye."   Schnebliyê got ku dê rapora xwe ya di vî warî de bi raya giştî re parve bike.