YSK: Tu rewşek neyînî negihîştiye ber desteya me 2023-05-14 18:07:44   ENQERE - Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku hilbijartin bi encam bûye û got: “Heta niha tiştek neyînî negihîştiye ber desteya me.”    Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener têkildarî hilbijartinan daxuyanî da. Yener da zanîn ku Hilbijartinên Serokkomariyê û Heyama 28’emîn a Parlamenteriyê ya Giştî bi encam bûne û got: “Heta niha tiştek û rewşek neyînî negihîştiye ber desteya me.”    Yener diyar kir ku di dema dengdayînê de muşahidek partiyekî û du welatî krîza dil kirine û jiyana xwe ji dest dane.