Demîrtaş: Baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê 2023-05-14 19:03:55 NAVENDA NÛÇEYAN - Selahattîn Demîrtaş peyamek parve kir û wiha got: “Teqez baweriya xwe nedin daneyên Ajansa Anadoluyê.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş têkildarî encamên hilbijartinê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Teqez baweriya xwe bi daneyên Ajansa Anadoluyê neyînin. Bila hilbijartinên sala 2019’an di bîra we de bin. Ji kerema xwe yên ku hatiye bîra wan bila ji yên nehatine bîra wan re vebêjin.”    Anadolu Ajansı verilerine kesinlikle inanmayın, 2019 seçimlerini hatırlayın. Hatırlayanlar, hatırlamayanlara anlatsın lütfen. pic.twitter.com/qr8c2q0RPa — Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) May 14, 2023