Li gundê Abdullah Ocalan Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû ferq avêt 2023-05-14 19:52:08   RIHA - Li Gundê Amara yê Rihayê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jê dayik bû Partiya Çepên  Kesk 201 deng namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû jî 223 deng ferq avêt.    Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ku 65 milyon mirovan deng dan û dengdayîn bi dawî bû. Li sindoqên hatin girtin hejmartina dengan berdewam dike. Encamên gelek sindoqên ku hejmartina dengan lê temam bû hatin aşkerekirin. Yek ji sindoqa ku hejmartina dengan lê bi dawî bûye jî Gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jê dayik bûye ye. Di sindoqa bi hejmara 1065’an li Amarayê hate danîn 361 hilbijêr hene û ji van 258 kesan deng dan. Ji dengên hatin dayîn ên ji bo hilbijartinên parlamenteriyê yên serdema 28’an 201 deng Partiya Çepên Kesk, 14 AKP’ê, 11 CHP’ê, 6 Îyî Partiyê û 11 jî partiyên din wergirtin û 15 deng jî hatin betalkirin.    KILIÇDAROGLÛ 223 DENG WERGIRTIN    Ji 258 dengên ji bo hilbijartina Serokkomariyê hatin dayîn jî 223 Kemal Kiliçdaroglû, 28 Tayîp Erdogan û yek jî Sînan Ogan wergirt. 6 deng jî hatin betalkirin.