Deşta Fîsê got: Partiya Çepên Kesk 2023-05-14 19:57:51   AMED - Piştî bidawîbûna dengdanê, dest bi hejmartina dengan hat kirin. Li gundê Fîsê yê Amedê ji 184 dengdêran 176 jê gotin Partiya Çepên Kesk.    Dengdana ji bo hilbijartin serokkomar û parlamenteran saet di 17.00'an de bi dawî bû. Hejmartina dengan didome. Yek ji herêmên ku encama sindoqên wan tê meraqkirin jî gundê Fîsê yê Licê ye ku di 27'ê Mijdara 1978'an de PKK'ê kongreya xwe ya ewil li vir li dar xist.    Li Fîsê sindoqa hilbijartinê li Dibistana Cumhûriyetê hat danîn. 184 hilbijêr çûn ser sindoqê. Ji 184 dengdêran 176 jê gotine Partiya Çepên Kesk û 3 deng jî nederbasdar hatine qebûlkirin.    Her wiha namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû 175 û namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Cumhûrê Recep Tayyîp Erdogan jî 5 ray girtin. Namzetê Tifaqa Atayê Sînan Ogan jî rayek girt û Mûharrem Înce jî rayek girt.    Li gundê Fîsê ji xeynî peywirdaran û hin leşkeran kesî ray neda AKP'ê.