Li gundê Apê Mûsa têkçûna mezin a AKP’ê 2023-05-14 20:45:32   MÊRDÎN - Li gundê zanyarê kurd Apê Mûsa Sitîlîlêyê û li gundê Xerabebabayê AKP li hemberî Partiya Çepên Kesk û namzetê parlamenteriyê Kemal Kiliçdaroglû têkçûneke mezin jiya.    Piştî ku li Mêrdînê encamên sindoqan hatin parvekirin, li deverên sembol AKP’ê û namzetê wê Tayyîp Erdogan têkçûneke mezin jiya. Li gorî girtekên sindoqan; li gundê Xerabêbaba ku di sala 2016’an de piştî qedexeyên derketina derve îşkence li gundiyan hatibû kirin Partiya Çepên Kesk û Kemal Kiliçdaroglû 181 deng û AKP û Erdogan jî tenê 2 deng girtin.    Li gundê zanyarê kurd Apê Mûsa Sitîlîlê jî Partiya Çepên Kesk û Kiliçdaroglû 1000 deng û AKP û Erdogan jî tenê 78 deng wergirtin.    Yek ji deverên din ên Mêrdînê ku bal kişandî jî taxa Dirbêsiyê ye ku di dema êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de yek ji deverên herî zêde bandorbûyî bû. Yek ji navendên ku êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê dihatin koordînekirin jî Dirbêsiyê bû. Her wiha bi sedan leşker lê dimînin. Di encama hilbijartinê de Partiya Çepên Kesk 322 deng û AKP’ê jî 107 deng standin. Her wiha MHP’ê 30, CHP’ê jî 31 deng standin. Ji bo namzetê serbixwe Vejdî Kahrman jî 69 deng derketin.    Di hilbijartina serokkomariyê de jî Kiliçdaroglû 418 deng û Erdogan jî 154 deng standin.