Kaftancioglû: Li Stenbolê Kiliçdaroglû ji sedî 51,42 li pêş e 2023-05-14 20:51:55     NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka CHP’a Îzmîrê Canan Kaftancioglû diyar kir ku li Stenbolê ji sedî 40’ê sindoqan hatine vekirin û li gorî daneyên li ber destê wan, Kiliçdaroglû ji sedî 51,42’yê li pêş e.    Seroka CHP’a Îzmîrê Canan Kaftancioglû têkildarî hilbijartinên li bajar daxuyanî da. Kaftancioglû diyar kir ku ji sedî 40’ê sindoqan hatine vekirin û di destê wan de girtekên bi îmzeya şil hene. Bi domdarî Kaftancioglû da zanîn ku li gorî daneyên li ber destê wan Kiliçdaroglû ji sedî 51,42’yê dengan, Tayyîp Erdogan jî 43,91’ê dengan, Sînan Ogan ji sedî 4,37 û Muharrem Înce jî ji sedî 0,29’ê dengan wergirtiye.