Li Girtîgeha Sîncanê encama 4 sindoqan 2023-05-14 21:27:51   ENQERE - Di 4 sindoqên ku li Girtîgeha Sîncanê hatin vekirin de namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû ferqeke zêde li pêş e.    Li Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê encamên 4 sindoqan diyar bûn. Di sindoqa bi hejmara 9912’an de ji 124 dengan 3 hatin betalkirin, ji bo hilbijartinên parlamenteriyê 9 deng Partiya Çepên Kesk, 40 deng CHP’ê, 31 deng Îyî Partiyê, 20 deng AKP’ê, 14 deng MHP’ê wergirtin. Ji 124 dengên ji bo Serokkomariyê hatin bikaranîn 3 hatin betalkirin, 92 deng ji Kemal Kiliçdaroglû 29 deng jî Tayyîp Erdogan wergirtin.    Di sindoqa 9913’an de ji 11 dengan dengek ji Partiya Çepên Kesk re, 2 deng ji CHP’ê re, 2 deng ji Îyî Partiyê re 2 deng ji AKP’ê re 2 deng ji MHP’ê re derketin. Ji bo Serokkomariyê ji 11 dengan 6 ji Kemal Kiliçdaroglû re 3 deng ji Tayîp Erdogan re derketin. Di sindoqa 9914’an de ji bo parlamenteriyê ji 53 dengan 43 CHP’ê wergirtin, ji bo Serokkomariyê ji 53 dengan 50 Kiliçdaroglû wergirtin. Di sindoqa bi hejmara 9991’an de ji 48 dengan yek hate betalkirin ji bo parlamenteriyê 7 deng Partiya Çepên Kesk, 29 deng CHP’ê, 6 deng Partiya Îyî, 2 deng jî AKP’ê wergirtin. Ji bo Serokkomariyê jî ji 48 dengan  2 deng hatin betalkirin, 42 deng ji Kiliçdaroglû re, 2 deng ji Erdogan re û dengek ji Sînan Ogan re derket.