Muşahidên AKP’î deng careke din bi serokê sindoqê dan hejmartin 2023-05-15 00:03:12   STENBOL - Muşahidên AKP’î li dibistaneke Ortakoyê daxwazname bi serokê sindoqê dan îmzekirin û deng careke din pê dan hejmartin.    Muşahidên AKP’î li Dibistana Amadehî ya Pîşeyî û Teknîkê ya Anadoluyê ya Zubeyde Hanim a Semta Ortakoy a Beşîktaşa Stenbolê bi serokê sindoqê daxwazname dan îmzekirin û dengên Erdogan careke din dan hejmartin. Hat ragihanidn ku heman rewş li dibistanên din jî hatiye dubarekirin.    Di daxwaznameya ku muşahidên AKP’ê îmze kirin de wiha hat gotin: “Hinek zerf û pusulayên dengan ên diviya bihatina qebûlkirin nehatin qebûlkirin, dengên ji bo AKP’ê hatine dayîn ji bo Tifaqa Cumhur hatine nivîsandin, dengên ji bo AKP’ê hatine dayîn li ser navê CHP’ê hatine nivîsandin, dengên hatine betalkirin ji bo CHP’ê hatine hesibandin, dengên ji bo Erdogan hatine betalkirin û dengên li cetvela hejmartinê hatine nivîsandin jî xelet in. Lewma em dixwazin ku dengên ji bo Erdogan hatine dayîn û hatine betalkirin dîsa werin hejmartin û ji bo Erdogan bên hesibandin.”    Seroka Lijneya Sindoqê Bahriye Uzunalîoglû jî di girteka xwe de got ku di hejmartina dengan de tu bêusulî nehatine kirin û daxwaznameya AKP’ê bêyî ku bixwîne îmze kiriye.