Li Mêrdînê sindoqa winda hate dîtin 2023-05-15 01:08:03   MÊRDÎN - Sindoqa hejmar 1363 a li Mêrdînê hatibû windakirin di encama hewldanên parêzeran de hate dîtin.    Sindoqa hejmar 1363 a li Dibistana Seretayî ya Zîncîriye ya Artuklu ya Mêrdînê piştî pêvajoya hejmartinê bi dawî bûyî, tevî serokê sindoqê bi dawî bûbû. Parêzerên partiyên siyasî ji bo dîtina sindoqê daxwazname dabûn Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê. Di encama hewldanan de tûrikê dengan û serokê sindoqê hatin peydakirin. Serokê sindoqê û tûrikê dengan gihişt ber deriyê edliyeyê. Hat zanîn ku piştî lêkolînê ji bo daneyên wê li pergalê bên qeydkirin xistin rêzê.