Li gorî YSK’ê derengketina hejmartina dengên derveyî welat tiştekî asayî ye! 2023-05-15 02:01:13   ENQERE - Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar îdia kir ku derengketina dengên derveyî welat rewşekî “asayî” ye.    Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener têkildarî pêvajoya hejmartina dengan daxuyanî da. Yener, ev agahî dan: “Li hundirê welat ji sedî 89,97’ê sindoqan hatine vekirin û rêjeya sindoqên derveyî welat jî ji sedî 30,8 e. Bi giştî jî heta niha jî sedî 87,13’ê dengan hatine vekirin. Dixwazim têkildarî hejmartina dengên derveyî welat jî tiştekî diyar bikim. Li gorî daneyên 2018’an, di hilbijartina 2023’yan de hejmara hilbijêran zêdetir bûye. Her wiha hejmara partiyên siyasî yên tev li hilbijartinê jî di sala 2018’an de 8 û îsal jî 24 in. Dema em van didin ber çavan jî derenghejmartina dengan rewşekî asayî ye.”