YSK’ê rêjeya dengan eşkere kir 2023-05-15 03:06:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YSK’ê Ahmet Yener cara ewil têkildarî rêjeya dengan ên namzetên serokkomaran daxuyanî da.    Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener têkildarî rêjeya hilbijartina serokkomariyê daxuyanî da. Yener, wiha got: “Heta niha bi giştî ji sedî 91,85’ê dengan hatine vekirin. Ji sedî 94,68’ê sindoqên hundirê welat hatine vekirin û ji sedî 36,85’ê sindoqên derveyî welat hatine vekirin. Li gorî vê yekê; birêz Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,49’ê dengan, birêz Kemal Kiliçdaroglû ji sedî 44,79’ê dengan, birêz Sînan Ogan ji sedî 5,29 û birêz Muharrem Înce jî ji sedî 0,43’yê dengan wergirtin.”    Bi domdarî Yener têkildarî hilbijartina parlamenteran jî ev daneye parve kir: “Heta niha ji Tifaqa Cumhur AKP’ê, MHP’ê, Partiya Yenîden Refahê û BBP’ê; ji Tifaqa Milet CHP’ê, Partiya Îyî; ji Tifaqa Ked û Azadiyê jî Partiya Çepên Kesk û TÎP’ê benda ji sedî 7 derbas kirin.”