Neçareserkirina pirsgirêka kurd bi Erdogan da windakirin 2023-05-15 14:33:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku konsepta şer û neçareserkirina pirsgirêka kurd kûrtir kir, di hilbijartinan de li Kurdistanê deng winda kir.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku li polîtîkaya neçareserkirina pirsgirêka kurd û konsepta şer vegeriya, di hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên 14’ê Gulanê de li bajarên Kurdistanê deng winda kir.    LI DÊRSIMÊ JI SEDÎ 16 DENG STAND   Yek ji bajarên ku konsepta şer û polîtîkayên şerê taybet herî zêde lê tên meşandin jî Dêrsim e. AKP’ê di hilbijartina 2018’an de ji sedî 18,16 û di hilbijartina dawî de jî ji sedî 16,20 deng stand.    LI SÎNORÊ ŞER DENGÊ WAN KÊM BÛ   Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hedefa polîtîkayên şer ên AKP’ê de ye û li ser sînorê wê anku li Rihayê di hilbijartinên sala 2018’an de AKP’ê ji sedî 64,76 deng standibû. Erdogan ê ku polîtîkayên şer berdewam kir, di vê hilbijartinê de ji sedî 62,01’ê dengan stand.    KONSEPTA ŞER BI XWE RE DENG NE ANÎN    Colemêrg û Şirnex li ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê ne ku niha şerekî dijwar lê diqewime. Tevî ku bi hezaran leşker li van bajaran hatine bicihkirin jî Erdogan nekarî dengê xwe zêde bike. AKP’ê di hilbijartinên 2018’an de li Şirnexê ji sedî 21,21’ê dengan wergirtibû. Di vê hilbijartinê de jî tevî ewqas zextan jî ji sedî 21’ê dengan stand. Yek ji bajarên ku zextên îktîdarê lê zêde jî Colemêrg e. Erdogan, li Colemêrgê karî ji sedî 24,64’ê dengan bistîne.    LI HERÊMÊN ERDHEJÊ DENG WINDA KIR   Li navenda erdhejên 6’ê Sibatê Mereşê jî Erdogan deng winda kir. Di hilbijartinên 2018’an de Erdogan ji sedî 74,18’ê dengan standibû û di vê hilbijartinê de ev rêjeye daket ji sedî 71,88’an. Her wiha yek ji bajarên herî zêde ji erdhejê bibandor bûyî jî Semsûr bû. Erdogan di hilbijartinên 2018’an de ji sedî 67,40’ê dengan stendibû lê di vê hilbijartinê de daket ji sedî 66,20’ê.    LI ‘KELEHA’ XWE 4 PUAN DENG WINDA KIR   Erzirom, weke “keleha” Tifaqa Cumhur dihat nirxandin. Di hilbijartinên 2018’an de Erdogan li Erziromê ji sedî 72,33’yê dengan stendibû û di vê hilbijartinê de ev rêjeye daket ji sedî 68,59’ê.    LI AMEDÊ QELS DIBIN   Berteka li dijî neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên qeyûm ên îktîdarê li Amedê jî xwe nîşan da. Erdogan, li bendê bû ku li Amedê dengekî zêde bigire. Di hilbijartinên 2018’an de ji sedî 27,38’ê dengan standibû û di vê hilbijartinê de dengên wê ket ji sedî 26,48’ê.    SIYASETA QEYÛM PÊ DA WINDAKIRIN   Bajarê Mêrdînê ku bi nelirêtiyên qeyûmê ji hêla Erdogan ve hatiye tayînkirin her tim di rojevê de bû, di hilbijartinên sala 2018’an de ji sedî 34,43’yê denga dabû Erdogan lê di vê hilbijartinê de ev rêjeye daket ji sedî 32,29’ê. Erdogan di sala 2018’an de li Êlihê jî ji sedî 31,43’yê dengan standibû û di vê hilbijartinê de ev rêjeye daket ji sedî 30,95’ê.    LI 6 BAJARAN 21 PUANAN DENG WINDA KIR   Erdogan li Çewligê jî deng winda kir û daket ji sedî 65,08’ê; li Bedlîsê 4 puan winda kir û daket ji sedî 46,45’ê; li Qersê 5 puan winda kir û daket ji sedî 39,39’ê; li Sêrtê 3 puan winda kir û daket ji sedî 41,55’ê; li Îdirê 5 puan winda kir û daket ji sedî 25,29’ê û li Erdexanê jî 3 puan winda kir û daket ji sedî 39,16’ê.