Ji Partiya Çepên Kesk daxuyaniya Colemêrgê: Rêzê bo îradeya gel bigirin 2023-05-15 14:51:27 COLEMÊRG - Endamê PMA’a HDP’ê Abdullah Zeydan diyar kir ku piştî dengên li gumrikê li dengan hatin zêdekirin, li Colemêrgê teqez bûye ku Partiya Çepên Kesk her 3 parlamenter jî bi dest xistine û wiha got: “Rêzê bo vîna gel bigirin.”    Partiya Çepên Kesk li Colemêrgê her 3 parlamenter jî bi dest xist. Li gorî daneyên nefermî, Partiya Çepên Kesk li Colemêrgê 95 hezar û 200 dengan re ji sedî 64,05; AKP’ê bi 29 hezar û 357 dengan re ji sedî 19,75 û CHP’ê bi 9 hezar û 915 dengan ji sedî 6,67 wergirt. Bi vê yekê re namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk Vezîr Parlak, Oznûr Bartin û Onur Duşunmez bûn parlamenterên nû yên bajar.    Di hilbijartina serokkomariyê de jî namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglû bi 109 hezar û 148 dengan re ji sedî 72,32; namzetê Tifaqa Cumhur Tayyîp Erdogan bi 37 hezar û 188 dengan re ji sedî 24,64; namzeta Tifaqa Ata Sînan Ogan bi 4 hezar û 139 hezar dengan re ji edî 2,74 û Muharrem Înce jî bi 458 dengan re ji sedî 0,30 wergirt.    BANDORA DENGÊN GUMRIKÊ   Oznûr Bartin ku ji Partiya Çepên Kesk weke namzet hate hilbijartin, Endamê PM’a HDP’ê Abdullah Zeydan û Hevserokê HDP’a Geverê Şoreş Dîrî têkildarî encamên hilbijartinê li pêşiya bûroya hilbijartinê ya li navçeya Geverê daxuyanî dan. Abdullah Zeydan anî ziman ku li Colemêrgê 3 parlamenter derxistine û spasiya gel kir. Zeydan, got ku divê hemû kes rêzê bo vê biryara gel bigire û ev tişt anî ziman: “Li seranserî Colemêrgê Partiya Çepên Kesk 95 hezar û 300 deng û AKP’ê jî 29 hezar û 48 deng standine. Vê îradeya gel jî bi Partiya Çepên Kesk 3 parlamenter dane qezenckirin. Ji dengên gumrikê li 29 hezar û 48 dengên AKP’ê hezar û 978 deng, li dengên Partiya Çepên Kesk jî 438 deng hatine zêdekirin. Bi dengên gumrikê re Partiya Çepên Kesk 95 hezar û 742 û AKP’ê jî 31 hezar deng bi dest xist.”    Zeydan, destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk bi dengên gumrikê re 2 hezar û 800 deng ferq avêtiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga me ji bo hemû serokên lijneya hilbijartinê yên navçeyê û rayedaran ew e ku girêdayî girtekên bi îmzeya şil bin. Heke hewl bidin ji bo encam li gorî daxwaza AKP’ê biguhere, ne ev gel, ne hiqûq ne jî edalet dê vê qebûl neke. Divê hemû kes rêzê bo vê vîna gelê Colemêrgê bigire. Divê hemû kes ji demokrasî, azadî û hiqûqê bawer dikin rêzê bo vê biryarê bigirin. Em li bendê ne ku tu kes vîna gelê Colemêrgê tune nehesibîne û ji van nêzikatiyan dûr bikevin.”