Bang ji bo danişîna doza rojnamevanên girtî 2023-05-15 19:22:26   ENQERE- Rojnamevanan û rêxistinên pîşeyî, berî danişîna hevpîşeyên xwe yên girtî bang kirin û gotin: "Cihê rojnamevanan ne kursiya bersûcan e, navendên nûçeyan e."      Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, di 29'ê Cotmeha 2022'yan de Midûra Karên Nivîsê Dîren Yûrtsever, nûçegihan Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzleyuz û nûçegihanên Jinnewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger, rojnamevan Hamdûllah Bayram dê bi awayekî girtî û nûçegihana MA'yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhanê ku demekê li buroya MA'yê ya Enqereyê staj kiribû jî dê bi awayekî negirtî, sibê sibê cara ewil derkevin pêşberî dadger. Danişîn dê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Enqereyê bê lidarxistin.    ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME'   Rojnamevan Eren Guven ku got mantiqa "bila kurd dêya xwe nebîne" ji bo dosyeya rojnamevanan jî derbasdar e û wiha axivî: "Em ê her tim li dû heqîqetê bin, em ê her kelepora çapemeniya azad zînde bihêlin û emê her tim li ser meseleyên herî girîng ên vî welatî meseleya kurd, meseleya elewiyan û meseleya jinan binivîsin û bifikirin. Heya hevalên me azad nebin, dê têkoşîna me bidome."    ‘ROJNAMEVANÎ NE SÛC E'   Nûnerê Herêmê yê DÎSK Basin Îşê Tûrgût Dedeoglû jjî got: "Ya ku em bikin em di 16'ê Gulanê de li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Enqereyê xwedî li van hevalên xwe yên rojnamevan derkevin û em bi wan re bin." Dedeoglû destnîşan kir ku rojnamevanî ne sûc e û ji bo beşdariya li danişînê bang kir.    Koordînatorê Mudaxileya Lezgîn a Azadiya Çapemeniyê (MFRR) Gurkan Oztûran jî ji bo bidawîbûna zextên li ser çapemeniyê û berdana rojnamevanên girtî bang kir û got: "Cihê rojnamevanan ne kursiya bersûcan e, navendên nûçeyan e."    Rojnamevan Emre Vûral jî destnîşan kir ku hevalên wan ji ber li ser rêça heqîqetê bûne hatine girtin û ji bo piştevaniyê bang kir.    Rojnamevan Rohat Emekçî anî ziman ku ew hêvî dikin ku sibê hemû hevalên wan bên berdan û got: "Em ê jî sibê li wir bin."