Li welatên ku Kiliçdaroglû zêde ray girtibû dengdayînê daxistin 2 rojan 2023-05-16 11:54:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li welatên wek Amerîka, Îngilistanê û Kanadayê ku Kemal Kiliçdaroglû deng zêde bi dest xist, dengdayînê ji 5 rojan daxistin 2 rojan.    Di hilbijartina serokkomariyê ji ber ku rêjeya namzetan bi ser ji sedî 50+1’ê neket, hilbijartin ji tûra duyemîn re ma. Di 28’ê Gulanê de dîsa sindoq bên dayîn û vê carê tenê hilbijartina serokkomar pêk were. Hilbijêrên li derveyî welat dê di 20’ê gulanê de biçin ser sindoqan. Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) rojên dengdayîna welatên wek Amerîka, Avustralya, Îngîlistan, Îrlanda, Spanya, Japonya, Kanada û Lîbya kêm kir. Dengdayînê ji 5 rojan daxist 2 rojan. Li Amerîka, Îngîlistan û Kanadayê namzetê Serokkomariyê yê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû herî zêde li vir dengan bi dest xistiye.    Li welatên mîna Fransa, Almanya, Belçîka û Hollanda ku AKP ango Tayyîp Erdogan dengên zêde li bi dest xistibû, di rojên dengdayînê de tu guhertin nehat kirin.