Hevşaredara Farqînê Toprak hat beraetkirin 2023-05-16 13:23:59 AMED - Hevşaredara Farqînê ya ji wezîfeyê hatibû girtin ji doza jê dihat darizandin hat beraetkirin.    Hevşaredara Farqînê ya qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin Naşîde Toprak ji doza ku 22 sal û 6 meh ceza jê re dihat xwestin hat beraetkirin. Toprak ji ber xebatên xwe yên siyasî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” dihat darizandin. Danişîna wê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Toprak tev li danişînê nebû û parêzerê wê Sabahattîn Acar di danişînê de amade bû. Piştî parastina parêzer, dadgehê derbarê Toprak de biryara beraetê da.