Li Bestayê şer derket: 2 leşker hatin kuştin 2023-05-16 13:31:10   ŞIRNEX - Li herêma Bestayê piştî operasyona hatibû destpêkirin şer derket û di şer de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da.     Hate diyarkirin ku li herêma Besta ya Şirnexê di saetên serê sibê de di navbera endamên HPG’ê û leşkeran de şer derketiye. Hate zanîn ku di şer de gelek leşker jî birîndar bûne. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, şerê li herêmê bi piştgiriya hewayî berdewam dike.    Hate hînbûn ku ji bo mudaxileyî leşkerên birîndar bikin gelek bijîşk ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê sewqî Nexweşxaneya Leşkerî ya Şirnexê ku li 23’yemîn Fermandariya Tumen a Sînor a Cendermeyan e hatine kirin.    DAXUYANIYA WALÎTIYÊ   Di daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hate dayîn de ji leşkerên birîndar rewşa 3’yan giran e û têkildarî hejmara leşkerên birîndar agahî nehatin dayîn. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku endamekî HPG’ê jî jiyana xwe ji dest daye.    SOYLÛ DAXUYANÎ DA   Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû di parvekirina xwe ya li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal de ragihand ku 2 leşkeran jiyana xwe ji dest daye û leşkerek û cerdevanek birîndar bûne.