Vaye dengên Partiya Çepên Kesk ên ji partiyên din re hatine nivîsîn 2023-05-16 14:34:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku ji gelek bajaran dengên ku Partiya Çepên Kesk wergirtine, di Portala Partiyên Siyasî ya YSK’ê de ji partiyên di Tifaqa Cûmhûr de cih digirin re hatine nivîsîn.    Nîqaşên têkildarî encamên hilbijartinê didomin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) aşkere kir ku dengên Partiya Çepên Kesk wergirtine ji partiyên cuda re hatine nivîsîn. Hate tespîtkirin ku li Kurdistanê di 11 sindoqan de dengên ku Partiya Çepên Kesk wergirtine, di Portala Partiyên Siyasî (SIPPORT) ya YSK’ê de ji partiyên cuda re hatine nivîsîn.    LI ŞIRNEXÊ 4 SINDOQ   Li navçeya Cizîr a Şirnexê di 3 sindoqan de dengên Partiya Çepên Kesk di pergala SIPPORT ji partiyên di nav Tifaqa Cûmhûr de cih digirin re hatine nivîsîn. Di sindoqa bi hejmara 1085’an de 174 dengên Partiya Çepên Kesk ji Partiya Yekitiya Edaletê re hatine nivîsîn, di sindoqa bi hejmara 1240’an de 233 dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re, di sindoqa bi hejmara 1249’an de 147 dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsîn.   Li navçeya Basayê jî di sindoqa bi hejmara 1006’an de 122 dengên Partiya Çepên Kesk bi ser SIPPORT’ê ji bo MHP’ê hatine nivîsîn. Dengek jî ji Partiya Çepên Kesk re hatiye nivîsîn.    COLEMÊRG Û RIHA   Li navenda Colemêrgê di sindoqa bi hejmara 1094’an de 229 deng ji Partiya Çepên Kesk re hatin nivîsîn. Li navçeya Halîliye ya Rihayê di sindoqa bi hejmara 1120’an de 82 dengên Partiya Çepên Kesk ji Partiya Yekitiya Edaletê re hatine nivîsîn. Di sindoqa bi hejmara 1069’an de 74 deng ji MHP’ê re hatine nivîsîn.    ÊLIH, MÊRDÎN Û AMED…   Li navenda Êlihê di sindoqa bi hejmara 1051’an de 232 dengên Partiya Çepên Kesk di girteka yekkirinê ya navçeyê de ji Partiya Yenîlîk re hatine nivîsîn. Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di sindoqa bi hejmara 1035’an de 225 dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re hatin nivîsîn. Li navçeya Peyas a Amedê di sindoqa bi hejmara 2252’yan de 198 dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re hatin nivîsîn, li navçeya Farqîn a Amedê di sindoqa bi hejmara 1032’yan de 228 deng, di sindoqa bi hejmara 1145’an de jî 125 dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsîn.    PEYAS   Li aliyê din di sindoqa bi hejmara 1099’an a Dibistana Seretayî ya Ayşe Nûman Konakçi ya li navçeya Peyasa Amedê de 173 dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsîn.    ÎZMÎR    Li navçeyên Karşiyaka û Menemenê di du sindoqan de bi komî 150 dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsîn.