Li Bestayê 4 leşker û cerdavenek hatin kuştin 2023-05-16 15:08:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Herêma Bestayê ya Şirnexê di operasyona hat destpêkirin de 4 leşker û cerdevanek hatin kuştin.    Hat diyarkirin ku li Herêma Bestaye ya bi ser Şirnexê ve ji serê sibehê ve di navbera leşkerên tirk ên derketine operasyonê û endamên HPG’ê de şer diqewime. Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû li ser Twitterê daxuyandibû ku di şer de 2 leşker mirine û leşkerek û cerdevanek jî birîndar bûne.    Hat zanîn ku hejmara leşkerên hatine kuştin derketiye 4'an. Her wiha hat diyarkirin ku cerdevanê bi navê Cevher Kaçan ê ji gundê Zivarkika navçeya Qilebana Şirnexê ku tev li operasyonê bûye jî hatiye kuştin.