Li Semsûrê jî dengên Partiya Çepên Kesk li ber navê MHP'ê hatine nivîsandin 2023-05-16 17:47:58       SEMSÛR – Li navenda Semsûrê di 3 sindoqan de dengên Partiya Çepên Kesk li ber navê MHP’ê hatine nivîsandin. Partiya Çepên Kesk, ji bo van dengan îtiraz kir.    Li gelek bajar û navçeyan dengên Partiya Çepên Kesk li ber navê partiyên Tifaqa Cumhûrê hatine nivîsandin. Partiya Çepên Kesk tespît kir ku li navenda Semsûrê di sindoqên bi hejmara 1223, 1158 û 2048'an de dengên wan li ber navê MHP’ê hatine nivîsandin. Partiya Çepên Kesk ji bo vê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê da.    Di sindoqa bi hejmara 1158’an 22 deng, di sindoqa bi hejmara 1223’yan dengek û di sindoqa bi hejmara 2048’an de jî dengek jî ji Partiya Çepên Kesk re derneketiye. Parêzerên Partiya Çepên Kesk tespît kirin ku di sindoqa 2048’an de 12 dengên wan li ber navê MHP'ê hatine nivîsandin.    Parêzeran ji ber vê nelirêtiyê û diziya dengan serî li YSK'ê da.