Rojnamevan ji girtîgehê derketin: Em ê her binivîsin 2023-05-16 23:59:48 ENQERE – Rojnamevanên ku ji Girtîgeha Sîncanê derketin, diyar kirin ku dê çapemeniya azad xwe li bêdengiyê daneyne û gotin ku ew ê ji cihê mayî bidomînin.    Midûra Karên Nivîsan a Ajansa MEzopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever jî di nav de doza ewil a danişîna 12 rojnamevan li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Enqereyê hat lidarxistin. Heyeta dadgehê ji ji bo Hamdûllah Bayram biryara berdewamiya girtinê da û ji bo Dîren Yûrtsever, Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz, Habîbe Eren û Oznûr Degerê yên girtî biryara berdanê da.   Rojnamevanên ku piştî biryara berdan ji Girtîgeha Sîncanê derketin, li ber girtîgehê ji aliyê gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin. Rojnamevanan diyar kirin ku dê çapemeniya azad xwe li bêdengiyê daneyne û gotin ku ew ê ji cihê mayî bidomînin.    Rojnamevan Midûra Karên Nivîsê Dîren Yûrtsever, nûçegihan Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Emrûllah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzleyuz û nûçegihanên Jinnewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger, Hamdûllah Bayram, MA'yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhanê ku demekê li buroya MA'yê ya Enqereyê stja kiribû hatibûn binçavkirin. Ji rojnamevanên binçavkirî tenê Gunhan hatibû berdan û yên din jî hatibûn girtin. Paşê rojnamevan Aggoz jî piştî demekê hatibû berdan. Rojnamevan bi "endamtiya rêxistinê" dihatin tawanbarkirin.