Ji Çepên Kesk re sifir hat nivîsandin, hemû ray ji AKP’ê re hatine nivîsandin 2023-05-17 10:55:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Siwêregê ji sedî 8,39 dengan betalkirî hatine jimartin. Lig elek sindoqan rayên Partiya Çepên Kesk hatine sifirkirin û balkêşe ku AKP’ê hemû rayan wergirtiye.    Bêûsuliya di Hilbijartina Serokkomarî û Giştî yên 14’ê Gulanê de didomin. Her ku diçe ev dek û dolabên îktidarê jî derdikevin holê. Li navçeya Siwêregê ya Rihayê rayên hatine betalkirin û rayên ku ji AKP, MHP û Yenîden Refahê re hatine nivîsandin balê dikişîne ser xwe. Roja hilbijartinê gelek kesên ku wek AKP’yî tên zanîn zextan li xizmên xwe kirin ku dengan vekirî bikar bînin. Li gelek gund û taxan ji bo AKP’ê dengên blok hatin bikaranîn. Li taxê nku Partiya Çepên Kesk rayên zêde digire, nexasim çûna jinan a ser sindoqan hatibû astengkirin.    PARTIYA ÇEPÊN KESK SIFIR HATIYE NÎŞANDAN    Li 17 sindoqên li navçeyê rayên Partiya Çepên Kesk sifir hatin nîşandan. Di sindoqek ku 156 ray hatine qebûlkirin, ji AKP’ê re 155 ray hatine nivîsandin. Di sindoqek din de jî 173 ray derbasdar in û 170 ray ji AKP’ê re hatine nivîsandin. Di sindoqek din de jî 197 ray derbasdar hatine hesabkirin û 196 ray ji AKP’ê re hatine nivîsandin. Di sindoqek din de jî 199 ray derbasdar in û 195 ray ji AKP’ê re hatine nivîsandin.    AKP’Ê DI HEMÛ SINDOQAN DE YEKEM E    Li Siwêregê her wiha rewşek din a balkêş jî ew e ku di hin sindoqan de ji Partiya Çepên Kesk re rayek derketiye û di gelek sindoqan de hema bêje hemû ray ji AKP’ê re hatine nivîsandin.    JI SEDÎ 8,95’Ê RAYAN NEDERBASDAR IN    Li Siwêregê her wiha rayên betalkirî ango nederbasdar jî xwe radixin ber çavan. Di sindoqek ku 209 hilbijêr lê hene de 137 ray, di sindoqa 217 hilbijêr lê hene de 109 ray, di sindoqa ku 170 hilbijêr lê hene 93 ray, di sindoqa ku 210 hilbijêr lê hene 73 ray derbadar hatine nivîsandin.    Li navçeyê 153 hezar 380 hilbijêr hene. 514 sindoq hatine danîn. Di hilbijartinê de 117 hezar 735 ray hatine bikaraanîn. Ji van rayan 10 hezar 542 ray nederbasdar hatine jimartin. Bi vî awayî li navçeyê ji sedî 8,95 ray nederbasdar hatiye nivîsandin.    YENÎDEN REFAHÊ DENG GIRTINE    AKP’a ku di hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an de 47 hezar û 473 ray wergirtiye. AKP’ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de jî ji sedî 29 deng winda kirin. Cara yekeme ku Partiya Yenîden Refahê diçe hilbijartinê li Siwêregê hezar û 852 deng wergirtiye.    DENGÊN NEDERBASDAR RÊJEYA ÇEPÊN KESK KÊM KIR    Partiya Çepên Kesk ango wê demê HDP’ê di 24’ê Hezîrana 2018’an de 38 hezar û 428 deng wergirtine. Di vê hilbijartinê de jî ji ber rêjeya dengên nederbasdar zêde ne hejmara dengan daket 33 hezar û 445 rayan.