Li Aydinê encamên girtekan û encamên YSK’ê hev nagirtin 2023-05-17 11:03:10 AYDIN – Li navçeya Efelerê di 4 sindoqan de ferqek mezin di navbera girtekên îzmekirî û girtekên YSK’ê de derketin holê. Ray ji AKP’ê re zêde hatine nivîsandin.    Yek ji cihên ku hîleyên hilbijartinê lê çêbûne jî navçeya Efeler a Aydinê ye. Di navbera daneyên girtekên sindoqan ên îmzekirî û daneyên Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) de ferqek zêde heye. Li navçeya Efelerê di sindoqa jimara 2306’an de li gorî girtekê îmzekirî Partiya Çepên Kesk 153 ray, Partiya Vatanê 283 ray, Partiya Memleket jî 126 ray wergirtine, li gorî pergala YSK’ê jî 102 ray AKP, 125 ray Partiya Çepên Kesk, 17 ray CHP, 7 ray MHP wergirtiye.    Li gorî girteka îmzekirî ya sindoqa jimara 1291’an 133 ray CHP, 47 ray AKP, 42 ray MHP, 55 ray Partiya Îyî hatine nivîsandin û ji Partiya Çepên Kesk re jî qet deng xuya nakin. Lê li gorî encamên malpera YSK’ê 133 ray CHP, 47 ray AKP, 36 ray MHP, 55 ray Partiya Îyî û 6 ray jî Partiya Çepên Kesk wergirtiye.    Di sindoqa jimara 2281’an de jî li gorî girteka îmzekirî 63 ray AKP, 32 ray MHP, 20 ray Partiya Çepên Kesk, 143 ray CHP, 63 ray Partiya Îyî deng wergirtine, lê li gorî encamên YSK’ê hemû partiyên din heman awayî hatiye nivîsandin lê rayên CHP’ê li şûna 143 were nivîsandin, 140 ray hatiye nivîsandin.    HDP di hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Efelerê 18 hezar û 29 ray bi dest xistiye lê di vê hilbijartinê de 14 hezar û 667 ray bi dest xistiye.