ÎHD: Bila komîsyona hevrûbûna bi raboriyê re bê avakirin 2023-05-17 12:51:57   AMED - ÎHD’ê têkildarî “17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Dijî Windayan ên di Binçavan de ya Navneteweyî” daxuyanî da û xwest bi raboriyê re hevrûbûn çêbibe û komîsyona lêkolîna heqîqetan bê avakirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê têkildarî “17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Dijî Windayan ên di Binçavan de ya Navneteweyî” daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rêya avakirina jiyanek li ser bingeha aştiya civakî di hevrûbûna raboriyê de derbas dibe. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo winda bên dîtin û kujerên wan bên cezakirin têkoşînek bêhempa hatiye dayîn û ev têkoşîn ji nedîtî ve tê û bi heqîqetê re rûbirûbûnek çênebûye. Di daxuyaniyê de hat gotin heke winda bên dîtin û kujer bên darizandin û cezakirin qet nebe wê hinek dilê malbatan aş bibe.    ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser destpêkirina têkoşîna Dayikên Şemiyê ku di 27’ê Gulana 1995’an de dest pê kiriye û 28 sal li pey xwe hiştiye û hemû rayedaran guhê xwe ji daxwaza Dayikên Şemiyê re girtine. ÎHD’ê bal kişand ser çalakiya xwe û Xizmên Windayan a li Amedê ji 31’ê Çileya 2009’an ve didome û tevî hemû astengî û qedexeyan jî çalakî heta îro hatiye û hat destnîşankirin ku ew carek din bang dikin ku winda bên dîtin.    ÎHD’ê di daxuyaniyê de cih dan daxwazên li ser dîtina windayan û xwest xwest bi raboriyê re hevrûbûn çêbibe û komîsyona lêkolîna heqîqetan bê avakirin.