Li Mûşê 92 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin 2023-05-17 13:00:38   MUŞ  - Di sindoqa Hejmar 1135 a Dibistana Navîn a Valî Adil Yazar a li Taxa Sunaya Mûşê 92 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin.    Partiya Çepên Kesk li Mûşê girtekên Hilbijartina 2023’yan û portalên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) yên ji bo partiyên siyasî dane ber hev. Hat tespîtkirin ku dengên Partiya Çepên Kesk an kêm hatine nivîsandin an jî ji bo partiyeke din hatine nivîsandin. Di heman demê de hat tespîtkirin ku ji bo AKP’e dengên zêde hatine nivîsandin û ji bo van sindoqan îtîraz hatin kirin.    ÎTÎRAZ HATIN KIRIN    Heman nelirêtî li Dibistana Navîn a Valî Adil Yazar a li Taxa Sunay a navenda Mûşê jî hatiye kirin. Derket holê ku 92 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin. Di sindoqa Hejmar 1135’ê de AKP’ê 68, Partiya Yenîden Refahê 20, MHP’ê 69, Partiya Çepên Kesk 92,  Partiya Îyî 44, Partiya Memleketê 3, Partiya Edaletê 1 û bi giştî 301 deng hatine avêtin. Lê belê 92 dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatine nivîsandin.    Parêzeran ji bo vê sindoqa navborî îtîraz kirin.