Polîsan avêt ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Almanyayê 2023-05-17 15:12:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan bi ser ofîsa rojnameya Sabahê ya Frankfurtê ve git û nûnerê rojnameyê yê Almanya Îsmaîl Erel û Midûrê Nûçeyan Cemîl Albay kirin binçavan.    Polîsên Alman avêtin ser ofîsa rojnameya Sabahê ku alîgiriya îktidara AKP-MHP’ê dikin. Polîsan nûnerê rojnameyê yê Almanya Îsmaîl Erel û Midûrê Nûçeyan Cemîl Albay kirin binçavan. Di lêgerîna li ofîsê de hat kirin computer û telefon hatin desteserkirin. Sedema serdegirtina ofîsê nehat zanîn. Hat diyarkirin ku ji bo her du kes werin berdan Wezareta Karên Derve ketiye dewrê.