ÎHD û Dayikên Şemiyê: Bila Tirkiye demildest peymana NY’ê îmze bike 2023-05-17 16:09:05   STENBOL - ÎHD û Dayikên Şemiyê starta Hefteya Têkoşîna li Dijî Windakiriyan da û wiha bang li Tirkiyeyê kir: “Tavilê Peymana Têkildarî Parastina Kesan a Hêj Nehatin Windakirin a Navneteweyî ya NY’ê îmze bikin û bi cih bînin.”    Komîsyona li Dijî Windakirinên di Bin Çavan de ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê û Dayikên Şemiyê, bi boneya çalakiyên di 17-31’ê Gulanê Hefteya Têkoşîna li Dijî Widakiriyên di Bin Çavan de ya Navneteweyî li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê dev ji windakiriyên xwe û Galatasarayê bernedin. Galatasaray a me ye!” hatibû vekirin. Gelek xizmên windakiriyan tevî wêneyên xizmên xwe tev li daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de ji ewil Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û got ku dê di çarçoveya Hefteya Têkoşîna li Dijî Widakiriyên di Bin Çavan de ya Navneteweyî de çalakî û xwepêşandanan li dar bixin. Yolerî wiha domand: “Weke ku tê zanîn sûcê windakirina di bin çavan de li Tirkiyeyê sûcekî di demên berê de nîne. Hinek sepan hêj niha jî didomin. Em dizanin ku ev sûc hêj tê kirin. Em serlêdanên windakirina di bin çavan de û revandinê yên ji bo komeleya dibînin. Ji 6’ê tebaxa 2019’an heta niha tu agahî ji Yûsûf Bîlge Tunç nayên girtin. Em ê di tevahiya vê hefteyê de ne tenê ji bo demên berê, ji bo niha jî ji rayedaran bixwazin ku bi berpirsyartiya xwe rabin. Tirkiyeyê hêj jî Peymana Têkildarî Parastina Kesan a Hêj Nehatin Windakirin a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îmze nekiriye. Ev yek nîşan dide ku ji berpirsyartiyê direvin. Tevî biryara AYM’ê jî nahêlin Dayikên Şemiyê li Galatasarayê bicivin. Polîsan nehiştin li pêşiya Goristana Bêkesan daxuyanî were dayîn û bi tundiyê hatin binçavkirin. Li her derê em rastî tundiya polîsan tên. Ev yek nîşan dide ku dewlet naxwaze bi sûcên xwe re hevrû bibe. Em dixwazin civak di vê mijarê de hestiyarî nêz bibe û dewlet jî çareseriyê pêş bixe.”    BILA PEYMANA WINDAKIRIYAN BÊ ÎMZEKIRIN   Piştre jî xwişka nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku di 28’ê tîrmeha 1993’yan de li Bedlîsê hate revandin û cenazeyê wî di 4’ê tebaxê de li qeraxê gola Hazar a Xarpêtê hate dîtin, Ayşe Tepe metna daxuyaniyê xwend. Tepe, got ku mijara windakirinên di bin çavan de careke din bû rojev û zext li têkoşîna wan tê kirin lewma dê têkoşîna xwe xurtir bidomînin. Tepe, ev bang li rayedarên dewletê kir:    “*Ji bo daxwazên me yên heqîqet û edaletê çi pêwîst bike bi cih bînin. Aqûbeta windakiriyên me eşkere bikn, dawî li polîtîkaya necezakirinê bînin, di dosyayên windakiriyan de lêpirsîneke bibandor bidin meşandin û faîlan ceza bikin.    * Peymana Têkildarî Parastina Kesan a Hêj Nehatin Windakirin a Navneteweyî îmze tavilê îmze bikin û pêk bînin.    *Qedexeya li ser Qada Galatasarayê ku ev nêzî 5 sal in bi awayekî derhiqûqî didome, tavilê bi dawî bikin û li gorî AYM’ê tevbigerin.   *Dawî li tundiya polîsan û tacîza darazê ya li dijî xizmên windakiriyan û parastvanên mafan bînin.”    ‘DEWLET BO MIN DEYNDAR E’    Dayika Mûrat Yildiz ku di 19 saliya xwe de hatibû binçavkirin û windakirin, Hanîfe Yildiz jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Demekî kin nîne, ma ez ê ji ku dera 28 salan dest pê bikim. Vegotina vê rewşê gelek zehmet e. Di roja ewil a ez hatim vê derê êşa min çi be, ew êş hêjta zêdetir bû. Hem hêrs û hem jî serîhildan. Ji ber ku ez mafdar im, min ji edaletê bawer kiribû. Dayikekê ji dewletê bawer kir, bir û radest kir. Û wan tune kir. Dewlet bo min deyndar e. Heke ez bo dewletê deyndar bûma niha deh caran hatibûya ber deriyê min. Ez nikarim zarokê xwe bigirim. Dema ez dibêjim ‘dewlet, edalet li ku ye’, polîs derdikevin pêşiya min. Dilê dewletê tevî vê şerma wê rehet e lê dilê min rehet nîne. Ji bo dayikekê ev rewş rewşeke gelek zehmet e. Dema ez van tiştan dibêjim, polîs tên hemberî min û dikenin. Bifikirin, ev 28 sal in êşeke wisa giran e ku êdî dilê min nema dikare ragire. Ez ji kurê xwe efûya xwe dixwazim, lêborînê jê dixwazim. Li gel me gelek mirovan ev yek jiya. Me hinek dan girtîgehan û hinek jî dan axê. Ez li hemberî tevan jî bejna xwe ditewînim.”    ‘EM Ê DEV JI GALATASARAYÊ BERNEDIN’   Hevjîna Fehmî Tosun ê di sala 1995’an de piştî ji mala xwe ya li Avcilar a Stenbolê derketî tu agahî jê nehatin girtin, Hanim Tosun jî ev tişt anî ziman: “Em ê wan tu carî ji bîr nekin. Em ê her tim windakiriyên xwe bipirsin. Ev hefte, ji bo me pir girîng e. Galatasaray jî ji bo me pir girîng e. Ji ber ku dema li Galatasarayê bilind bûn, hemû dinyayê dengê me bihîst. Me dengê xwe li wir da bihîstin û dê dev ji wir bernedin. Heta ku aqûbeta hemû windakiriyan tê zanîn û faîlên wan tên darizandin jî em ê dev ji têkoşîn û Galatasarayê bernedin.”    Herî dawî jî Yolerî axivî û got ku dê di 19’ê gulanê saet di 12.00’an de li Goristana Gaziyê windakiriyan bi bîr bînin.