18'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-18 09:00:01   * Bi hatina demsala biharê û germbûna hewa re rêwîtiya koçeran a ber bi zozanan ve jî dest pê kir. Koçerên şirnexî ku ev meheke amadekariyên çûna zozanan dikin, diyar kirin ku ew dixwazin çanda wan her bijî.    * Rewşa girtiyê nexweş Necmettîn Başaran ku li Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê tê ragirtin roj bi roj girantir dibe. Başaran ê ku li ser kursiya biteker dijî, nayê berdan.    * Şoreşgerê ji Behrareş Hakî Karaer yek ji pêşengên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e, bi bandora xwe ya li axa Kurdistanê, bû pira di navbera gelan de.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê d roja 787'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê polîs Abdullah E. yê ji kuştina Hêlîna Hasret Şen a 12 salî tê darizandin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Êlihê têkildarî encamên hilbijartinê dê li avahiya DBP'a Êlihê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)