Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû 2023-05-18 10:00:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû. Hate ragihandin ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dane.   Bi rojane li bakurê Îtalyayê baraneke zêde dibare. Ji ber baranê felaketeke mezin a lehiyê rû da.   Di serî de herêmên Emelîa-Romagna û Marche ji gelek herêman bi hezaran kes ji ber lehiyê hatin veguhastin.   Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 9 kesan. Gele kes jî winda bûne. Li gorî rayedarên xwecihî zêdeyî 10 hezar kes hatin veguhastin.   Ji dîmenan tê dîtin ku wesayit bi temamî di binê avê de mane. Ji ber ku av di ser çem re fûriya, golên mezin çêbûn.