Li Stenbolê îtîrazî 236 sindoqan hat kirin: Bi hezaran ray ji AKP-MHP'ê re hatine nivîsandin 2023-05-18 11:15:51   STENBOL - Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê li 27 navçeyên Stenbolê îtîrazî encamên rayên 236 sindoqan kir.    Tespîtên li ser bêûsuliyên di sindoqên hilbijartinên Serokkomariyê û Parlamneteriyê de roja 14’ê Gulanê çêbûne dewam dike. Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Stenbolê tespît kiriye ku girtekên bi îmze yên di destê wê de û encamên daneyên Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) hev nagirin. Partiya Çepên Kesk li 27 navçeyên Stenbolê yên li herêmên 1’emîn, 2’yemîn û 3’yemîn tespît kir. Partiya Çepên Kesk diyar dike ku di 263 sindoqan de bêûsulî hatiye kiriye û li gorî girtekên bi îmze yên di destên wan de bi giştî 3 hezar û 570 ray ji bo Parrtiya Çepên Kesk nehatine qeydkirin. Partiya Çepên Kesk da zanîn ku ji hezaran ray zededir ji AKP’ê û MHP’ê re hatine nivîandin.    Partiya Çepên Kesk a Stenbolê îtîrazî encamên 236 sindoqan kir.