Di operasyona navenda wê Amed de şûna buroyê li avahiya komeleyê lêgerîn hate kirin 2023-05-18 13:44:08   AMED - Di rapora ku OHD’ê û Baroya Amedê têkildarî operasyona ku 191 kes hatin binçavkirin amade kirin de, hate diyarkirin ku 5 parêzer hatine girtin û şûna buroya parêzer Bunyamîn Şeker li Şaxa OHD’ê ya Amedê lêgerîn hatiye kirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê, li ser îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik, di 25’ê nîsanê de li 21 bajaran rojnamevan, siyasetmedar, hunermend û parêzer jî di nav de der barê 216 kesan de biryara binçavkirinê dabû. Ji 216 kesan herî kêm 191 kes di 25'ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê têkildarî binpêkirinên mafan ên parêzeran di pêvajoya lêpirsînê de jiyan rapora bi navê “Rapora Parêzerên Rastî Gefa Darazê Hatine” weşandin. Di raporê de hate diyarkirin ku 3 parêzerên Baroya Mêrdînê, parêzerekî girêdayî Baroya Êlihê, parêzerekî Baroya Meletiyê, parêzerekî Baroya Rihayê û 19 parêzerên girêdayî Baroya Amedê 25 parêzer hatin binçavkirin.    ŞÛNA BUROYÊ LI AVAHIYA KOMELEYÊ LÊGERÎN KIRIN    Di raporê de hate diyarkirin ku derbarê 17 parêzeran de biryara girtinê hatiye dayîn, li malên parêzeran û 5 kargehên parêzeran lêgerîn hatiye kirin. Di raporê de dan zanîn ku di lêgerînên malan û kargehan de hinceta lêgerînê û mijara sûcdariyê nehatiye diyarkirin û bal hate kişandin ku weke buroya parêzer Bunyamîn Şeker li Şaxa OHD’a Amedê lêgerîn hatiye kirin.    5 PARÊZER HATIN GIRTIN    Di raporê de hate diyarkirin ku 3’yemîn Dadgeha Ceza ya Sulh a Amedê têkildarî binçavkiriyan 24 saetan biryara sînordarkirina hevdîtinê daye, îtîrazên li dijî binçavkirinan hatin kirin jî piştî 24 saetan hatin redkirin û dan zanîn ku ji parêzeran Sûat Mûstafa Şencî, Ozum Vûrgûn, Bûrhan Arta, Serhat Hezer û Şerzan Yelboga hatine girtin.   Di raporê de hate bilêvkirin ku servîskirina dîmenên operasyona ku 3 hezar û 500 polîs beşdar bûn a Wezîrê Karên Hundir a Suleyman Soylû jî nîşaneya “asta bandora siyasetê ya li ser darazê” ye.    Di raporê de hat diyarkirin ku biryara sînordarkirina dosyayê ya di pêvajoya lêpirsîn û binçavkirinê de binpêkirina mafê darizandina adil a di çarçoveya “rêgeza wekheviya çekan” û “azadiya lêgerîna maf” e û wiha hat gotin: “Her wiha îtiraza der barê bidawîkirina sînordarkirina ramanê de biryar hat dayîn û 2 roj piştî bidawîbûna dema sînordarkirina ramanê ya binpêkirina mafê venêrînê hat redkirin. Ev rewş nîşan dide ku pêkanîna dadgeriyê ya kêfî û ne hiqûqî mafê darizandina adil û mafê axaftina bi bandor a hempîşeyên me yên tên darizandin bin pê dike.” Di raporê de hat ragihandin, girtina parêzeran a ji ber karên pîşeyî yên ‘keyfî’, binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye.    ENCAM Û PÊŞNIYAR   Di beşa “encam û pêşniyaran” a raporê de wiha hate gotin:     “* Parastin û piştgiriya taybet a parêzeran weke parêzvanên mafan, bi peyman û belgeyên navneteweyî hatiye ewlekirin.    *Nayê qebûlkirin ku parêzer werin krîmînalîzekirin, hedef bên nîşandan, rastî zexta îdarî yan darazê tên, tên binçavkirin, girtin an jî mehkûmkirin û rastî gefên darazê tên, çalakiyên xwe yên meşrû yên ku tu hêmanên sûc tê de nînin, berevajî hiqûqa neteweyî û navneteweyî tên meşandin, tenê ji ber ku biryar û kiryarên rayedarên cemaweriyê rexne dikin û saziyên têkildar rexne dikin nikarin rastî gefa darazê bên.    * Divê parêzvanên mafan ên ji ber çalakiyên parastina rewa û zagonî bi awayekî bêhiqûqî girtî ne, bên berdan.   * Bi taybetî di darizandinên komî de, pêkanînên bi rengekî kêfî û nehiqûqî yên parêzeran ên weke endametiya rêxistineke îllegal, nezelal û nayê texmînkirin, bi dawî bibin.”