Dadgeha Bilind cezayê Kadîr Şeker erê kir 2023-05-18 14:57:26   ENQERE - Dadgeha Bilind 10 sal û 10 meh cezayê hepsê ku li Kadîr Şeker hatibû birîn, erê kir.    Li Konyayê Ozgur Dûran li naverasta kolanê tundiyê li Ayşe Dirla dikir. Kadîr Şeker jî xwest li hawara Ayşeyê biçe. Lê di encama vê yekê de Dûran ji aliyê Kadîr Şeker ve hat kuştin. Dadgeha xwecihî 10 sal û 10 meh cezayê hepse li Şeker birîbû. Dadgeha Bilind cezayê Şeker erê kir. Dadgeha Bilind berê cezayê 12 sal û 6 meh ku derbarê Şeker de hatibû birîn, xera kiribû.