Polîsên li rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk dan hatin gilîkirin 2023-05-18 15:30:09   STENBOL - Polîsên li Arnavûtkoyê li Hevserokê HDP’a Navçeyê Yavûz Kahraman û Berdevkê Partiya Çepên Kesk ê Navçeyê Cemal Korkmaz dan, hatin gilîkirin.     Hate hînbûn ku li navçeya Arnavûtkoy a Stenbolê di 13’ê gulanê de di dema saetên qedexeyên hilbijartinê dest pê kirin de polîsan piştî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Arnavûtkoyê Yavûz Kahraman û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Cemal Korkmaz sekinandine, li wan dane.    RAPORA LÊDANÊ NEDANÊ   Kahraman ê tiştên roja bûyerê qewimîn vegotin, diyar kir ku standa ku li Qada Komarê ya Arnavûtkoyê vekiribûn bêyî ku qedexeyên hilbijartinê dest pê bikin kom kirin û dema ber bi Cadeya Fatîhê ve çûne ji aliyê polîsan ve hatine sekinandin. Kahraman, wiha berdewam kir: “Ji ber destpêkirina qedexeyên propagandayê me stanta xwe kom kir û ber bi avahiya navçeya xwe ve meşiyan. Pişt re polîsên hêzên çevîk û buroya ewlehiyê pêşiya me girtin. Ji bo derbasbûnê arasteyî aliyekî din kirin. Em anîn beriya avahiya navçeya MHP’ê û em her du avêtin erdê û derb kirin. Piştî ku derbkirin yek ji polîsan wiha got ‘ev 42 roj in ez li benda vê kêliyê bûm.’ Pişt re em kelemçeya bi paş ve hatin binçavkirin. Dû re em birin Miduriyeta Navçeyê ya Arnavûtkoyê. Li vir jî 3 saetan em sekinandin. Pişt re em birin nexweşxaneyê. Me xwest rapora lêdanê bigirin lê nedan. Piştî nexweşxaneyê em berdan.”   GILIYÊ POLÎSAN KIRIN    Kahraman ragihand ku derbarê polîsan de serî li Dozgeriya Arnavûtkoyê dane û giliyê polîsan kirine û anî ziman ku dê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bidin û daxwaza piştgiriya hiqûqî bikin.