Şehîdên meha Gulanê hat bibîranîn 2023-05-18 17:43:52       MÊRSÎN – ANKAYDER'ê şehîdên meha Gulanê bibîr anî.    Li Mêrsînê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Windayan re a Akdenîzê (ANKAYDER), şehîdên meha Gulanê bibîr anî. Bîranîn li avahiya komeleyê hat lidarxistin. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Çepên Kesk, Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛHAY DER), Nefel Kultur, Meclisa Ciwanan û Jinan a HDP'ê tevlî bîranê bûn.   Li cihê bîranînê pankarta "Lehengên Gulanê nemir in" hat daliqandin. Bîranîn, bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de dirûşmeya "Şehîd namirin" hat berzkirin. Di bîranînê de li ser navê ANKAYDER'ê Mehmet Hazar axivî. Hazar bal kişand ser girîngiya têkoşînê û şehîdên meha Gulanê bibîr anîn û got: "Em ê têkoşîna wan bilind bikin."    Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê û stranan bi dawî bû.