Cenazeyê ku malbatê ew teşxîs kir li goristana bêkesan hat veşartin 2023-05-18 18:14:48       MÊRDÎN - Cenazeyê Erdal Marangoz ê HPG'î ku malbatê ew teşxîs kiribû, nedan malbatê û li goristana bêkesan hat veşartin.    Di 2'yê Gulanê de li Çiyayê Bagokê yê Nisêbîna Mêrdînê, di şerê di navbera leşkerên tirk û gerîlayên HPG'ê de, gerîlayek jiyana xwe ji dest da. Hat daxuyandin ku HPG'iyê jiyana xwe ji dest daye Bahoz Çiya (Erdal Marangoz) e. Piştî vê malbata Marangoz hat Mêrdînê û li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê cenazeyê Marangoz teşxîs kir. Lê belê, ji malbatê testa DNA'yê hat xwestin. Malbatê ji bo DNA'yê xwîn da, lê berî ku encama DNA'yê kifş bibe cenazeyê Marangoz bi hinceta ku 15 rojan di morgê de maye, li navçeya Artûklûyê li Goristana Bêkesan a Kamorê hat veşartin.